BAHÇELÎ: DIVÊ PÊVAJOYA BIXWÎN BI DAWÎ BIBE

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de li ser pêvajoya heyî axivî û got, "Divê ev pêvajoya Bixwîn bi dawî bibe."
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî piştî 5 meh û nîvan di civîna koma partiya xwe de axivî.
Bahçelî kesnên ku derbarê wî de nûçe û agahiyên nerast belav kiribûn rexne kir û got, "Me yên ku gotin dublor bi kar tîne, ne ew e û li şûna wî robot çêkirine, hatiye jehrîkirin û miriye, bi awayekî matmayî mêze kirin."
Her wiha Bahçelî derbarê pêvajoya heyî jî axivî û got, “Armanca Tirkiya bêteror gaveke rast a ku di demeke rast de hatiye avêtin. Bêrîkirina jîngeha aramî û aştiya hertimî ye.”
Serokê Giştî yê MHP’ê di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gorî daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê di 12ê Gulanê de ragihand ku hebûna xwe ya rêxistinî hilweşandiye û çekên xwe danîne. Têkiliyên biberpirsiyar ên DEM Partiyê girîng in. Divê ev pêvajoya bixwîn bi tevahî bi dawî bibe. Divê serdemeke tarî ji bo hertimî were girtin. Divê atmosfereke aştiyê serdest be. Ji vê yekê veger tine ye, wekî din encam wê ji her tiştî xirabtir bin.
Her wiha Bahçelî da zanîn ku Tirkiye derbasî serdemeke nû bûye û got, “Divê pêvajoya çekdanîna PKK’ê demildest bê pêkanîn û li hemberî provokasyonên ku rê ji pevçûnên jêveneger vedike, baldariyek hebe.”
01/07/2025