LI ELKÊ ÇÛN Û HATINA SÊ HERÊMAN HAT QEDEXEKIRIN
Kanal8 01/07/2025

Parêzgeriya Şirnexê çûn û hatina sê herêmên li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê qedexe kirin.
Parêzgeriya Şirnexê derbarê qedexeya çûn û hatinê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, çûn û hatina Çiyayê Girê Sumunu, Çiyayê Eksîk û Çiyayê Meydanê yên navçeya Elkê heta du rojan hatiye qedexekirin.
Parêzgeriyê her sê herêm jî ji bo du rojan wek “Herêmên ewlekariya taybet a demkî” ragihandin.
Qedexeya çûn û hatinê ya ji bo her sê herêman dê heya 3’ê Tîrmehê bidomin.
Kanal8
01/07/2025