RUBIO: WASHINGTON DIXWAZE SÛRIYE ARAM Û YEKGIRTÎ BE

Kanal8 01/07/2025

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, ji bo Sûriyeke aram û yekgirtî, Washington tedbîrên zêdetir werdigire.

Wezîrê Derveyê Amerîkayê Marko Rubio li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kir, li gorî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ên taybet bi rakirina cezayên li ser Sûriyê, rêveberiya Washingtonê, dê tedbîrên zêdetir ji bo bi destxistina Sûriyeke aram û yekgirtî werbigire.

Marko Rubio diyar kir, rêveberiya Trump piştevaniya Sûriyeke biewle û bi cîranên xwe re di nav aştiyê de ye, dike û got, cezayên mayî yên Amerîkayê ti astengiyan li pêşiya pêşeroja Sûriyê çênakin. 

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X’ê pêşwazî li biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê kir û got, ew biryar ji bo aramî û pêşvebirina welat gaveke girîng e. 

Kanal8

01/07/2025