FIRQEYA 76’AN 10 WELATÎ LI SER REQA Û HELEBÊ GIRTIN

Nûrhat Hesen 02/07/2025

Firqeyeke girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê li ser Reqa û Helebê hejmarek ji welatiyên ji navçeyên HSD’ê berê xwe dabûn Helebê, girtin.

Li gorî agahiyên KANAL8'ê bi dest xistine firqeya 76'an a girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê bendên kontrolê yên gerok li ser rêya Reqa û Helebê datîne û welatiyên ji navçeyên HSD’ê berê xwe didin Helebê digire.

Çavkaniyan agahî ji me re parve kirin ku wan çekdaran 10 welatî girtine.

Çekdaran bi xwe jî dîmenê girtina wan belav kirin ku tê de ji wan re dibêjin hûn ji PKK’ê ne, lê li gorî agahiyên me bi dest xistine, ti ji wan welatiyan ne girêdayî PKK’ê ne.

Firqeya 76'an ji aliyê Mihemed Casim Ebû Emşa ve tê birêvebirin û ew jî bi xwe, ji ber binpêkirinên li Efrînê, di nav lîsteya cezayên Amerîkayê de ye.

Nûrhat Hesen

02/07/2025