OCALAN JI ŞANDEYA EWROPAYÊ RE PEYAMEK ŞAND

Sema Reşid 02/07/2025

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Şandeya ku Ewropayê hatibû û dixwest serdana wî bike re peyamek şand. Ocalan got, "Ez ji daxwaza we ya hevdîtinê agahdar bûm û hêvî dikim di pêşerojê de ev derfet pêk were."

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan peyameke nivîskî ji şandeya Ewropayê ya ku ji 39 kesan pêk dihat re şand.

Di nav şandeyê de akademîsyen, parlamenter, parêzer û rojnamevan jî hene û ji bo serdana Ocalan bikin li Stenbolê ne.

Abdullah Ocalan, ji şandeyê re nameyek şand û şandeyê jî li Stenbolê bi civînekê ve nameya Ocalan ji raya giştî re parve kir.

Nameya ocalan wiha ye:

Ji dostên ezîz re

Birîna we ya wê rêya dirêj a ku ji bo rojevkirina lêgerîna azadiyê ya di şexsê min de şênber bûye û ji bo hewldana we ya hevdîtina bi min re, ligel min pir biwate ye. Beriya her tiştî, ez vê hewldanû wisa ne tenê wekî lêgerînek ji bo hevgirtina takekesî an azadiya takekesî, lê wekî beşek ji aştiya civakî, çareseriyek demokratîk û îradeya gelan ji bo jiyana bi hev re azad dibînim.

Min ti carê azadiya xwe ya takekesî ji ya civakê cudatir dest negirt. Ez her tim bi wê ramanê re bûm ku heta azadiya civakî pêk neyê ya takekesî jî pêk nayê. Ji ber vê yekê, ez gava we ya di vî warî de wekî beşdariyeke watedar û bangeke wêrek ji bo pêşeroja demokratîk a hevpar a gelên me dibînim.

Ez ji daxwaza we ya hevdîtinê agahdar bûm. Ez hêvî dikim ku di pêşerojê de derfeta vê yekê ava bibe. Bi vê minasebetê, ez silav û rêzên xwe ji bo her kesê ku beşdarî kiriye - ne tenê ji bo min, lê ji bo her kesê ku beşdarî îradeya demokratîk a gelê me û lêgerîna wî ya azadiyê bûye - pêşkêş dikim.

Bi hêviya ku di rojên azad de, di hawîrdoreke ku civakeke demokratîk lê ava dibe de, rû bi rû hev bibînin.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Tîpa F'yê ya Îmraliyê

Sema Reşid

02/07/2025