HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ BAREGEHA QESRIKÊ BIHÊZ DIKE

Kanal8 02/07/2025

SOHR'ê ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bi dehan barhilgir ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî 24 barhilgirên sotemenî û sindoqên girtî derbasî baregeha Qesrikê ya li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her wiha li gorî rêxistinê, perwerdeyên leşkerî jî li heman baregehê bi rê ve çûne.

Li gorî agahiyan, Amerîka hêzên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li baregeha Qesrikê kom dike û berdewam wir bihêztir dike ku 24'ê Hezîranê jî 30 barhilgir derbasî wê baregehê kiribûn.

Kanal8

02/07/2025