DI SER KOMKUJIYA SÊWAZÊ RE 32 SAL DERBAS BÛN

Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li otêla Madimakê ya bajarê Sêwazê, di bûyereke şewatê de 37 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan ku 33 ji wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî, 2 kes xebatkarên otelê û du kes jî êrişkar bûn.
Festîvala Pîr Sultan Ebdal a ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Pîr Sultan Ebdal ve hatibû birêxistin, komeleya Elewiyan, kesayetî, nivîskar û Rewşenbîrên Elewî yên dixwestin beşdariyê di Festîvala Pîr Sultan Ebdal de bikin, hatin otela Madimakê ya Sêwazê.
Du roj beriya ku bûyera şewatê çêbibe, li bajarê Sêwazê belavokek hatibû belavkirin û tê de hatibû destnîşankirin ku Azîz Nesînê ku wê demê sernivîskarê Rojnameya Aydinlikê bû, behsa pirtûka Ayetên Şeytanî ya Selman Ruşdî hatiye kirin û Aziz Nesîn weke hedef hatibû nîşandan.
Azîz Nesîn jî di roja 1'ê Tîrmehê di merasîma vekirina festîvalê de amade bû.
Di 2'ê Tîrmehê girseyek piştî nimûja Înê li ber otelê kom bû dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşanderan peykerên li ber otelê şikandin, otombîl şewitandin û êrişkarên di nav girseyê de agir berdan otelê.
Di şewata 2'ê Tîrmeha 1993'an de li otêla Madimakê ya bajarê Sêwazê, 37 kes ku piraniya wan nivîskar, hunermend û kesayetên Elewî bûn, şewitîn û canê xwe ji dest dan. Du ji wan kesên ku di bûyerê de şewitîn, êrişkar bûn.
Îslamiyên radîkal bi encamdana wê komkujiyê têne tometbarkirin, lê belê derbarê bûyerê de ti lêkolînek nehate kirin û ew bûyer li pişt perdeya tarî veşartî ma.
Ew bûyer di nava xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî weke Komkujiya Sêwazê tê binavkirin.
Danîştvanên bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê piranî Elewî û sunne ne.
02/07/2025