RÊVEBERIYA XWESER YEKŞEMA BÊ PEREYÊN COTKARAN DIDE
Nûrhat Hesen 02/07/2025

Rêveberiya Xweser da zanîn, ew dê hefteya bê de dest bi dayîna nirxên genimê cotkaran bikin.
Buroya Encûmena Aborî û Çandiniyê diyar kir, cotkarên ku genimê xwe radestî wan kirine, dikarin ji yekşema bê de dest bi wergirtina nirxê genimê xwe werbigirin.
Buroyê destnîşan kir, dê belavkirina pereyan li ser hejmarek ji qoaxan be û dê ew lîsteyên navan ku li gorî navendên wergirtinê hatiye dabeşkirin, ragihînin.
Bi gotina buroyê heta niha 275 hezar ton ji genim wergirtine û kêmek maye ku wergirtin bi dawî bibe.
Nûrhat Hesen
02/07/2025