KARASU: DI NAV DEWLETÊ DE ALIYEK HEYE DIXWAZE PÊVAJOYÊ TÊK BIDE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ragihand, divê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî sozên ku derbarê pêvajoyê dane bi cih bîne.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di hevpeyvîneke bi televîzyona Medya Haberê re ragihand, yê ku ev pêvajo da destpêkirin Devlet Bahçelî bû û got, bila Ocalan di civîna Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) de banga xwehilweşandin û çekdanîna PKK’ê bike wê demê sûdwergirtina wî ya mafê hêviyê dê bê gotûbêjkirin.
Karasu da zanîn ku ji aliyê Ocalan ve ev yek hatiye pêk anîn. Lê Dewlet Bahçelî, sozên xwe pêk neaniye. Karasu bal kişand li ser wê ku bi temamî tecrîd ranebûye û Ocalan nikare bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bibe û ev jî bûye sedem ku pêvajo bi başî bi rê ve neçe .
Mustafa Karasu, derbarê danîna çekan da zanîn, ew modela ku serokê wan pêşxistiye ji bo danîna çekan, di cîhanê de tekane model e, serokê wan ev yek kir da ku pêşiya pêvajoyê veke û divê dewleta Tirkiyê erkên xwe pêk bîne, ji ber ku heta niha dewletê ti gavek nevîtiye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, di nav dewleta Tirkiyê de aliyek heye dixwaze pêvajoyê têk bidin, ji ber ku artêşa Tirkiyê bi çekên qedexekirî êrişên hêzên wan dike yên ku ti planeke wan nîne êrişî saziyên dewleta Tirkiyê bikin, lê ji bo ku pêvajo têk neçe, divê dewleta Tirkiyê destwerdanê bike û wan êrişan rawestîn e.
03/07/2025