HSD: ÇEKDAREKÎ DAIŞÊ LI KAMPA HOLÊ HAT GIRTIN

Navenda Ragihandina HSD’ê derbarê operasyona hêzên wê li Kampa Holê daxuyaniyek weşand û da zanîn çekdarekî DAIŞ’ê hatiye girtin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona hevbeş a bi Hevpeymaniya Navdewletî re daxuyaniyek belav kir.
HSD’ê got, “Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me, di çarçoveyê operasyonên xwe yên domdar ên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de, duh (Çarşem) operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina yek ji endamên şaneyên terorîst ên ku li hundirê kampê dixebitin, hat lidarxistin.”
Her wiha HSD’ê da zanîn operasyon bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hatiye li dar xistin û wiha pê de çû:
Operasyon bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî piştî temamkirina xebatên şopandina tevgera terorîstê bi navê Sebah Hemadî El Ciyad ku bi navê Ebî Ebûd tê naskirin, hat lidarxistin. Hêzên me bi ser cihê terorîst de girt û ew girt. Li gel terorîstê girtî, telefonek hat dîtin ku bi rêya wê peywendî bi rêxistina terorîst re dikir, her wiha ji bo rêxistina terorîst li hundirê kampê dixebitî. Terorîst hewl dida kesan tev li rêxistinê bike, dema li Iraqê jî bû li dijî artêşa Iraqê şer dikir.
Hêzên me diyar dikin ku dê ewlehî û parastina herêmên me bidomînin, dê nehêlin terorîst sûcên xwe yên qirêjî pêk bînin. Hêzên me dê ji bo qedandina rêxistina terorîst bixebitin.
03/07/2025