SÛRIYÊ AMADE YE BI AMERÎKAYÊ RE DERBARÊ ÎSRAÎLÊ GOTÛBÊJAN BIKE

Kanal8 04/07/2025

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, welatê wan amade ye hevahengiyê bi Amerîkayê re bike ji bo çalakkirina rêketina sala 1974’ê ya navbera Sûriye û Îsraîlê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê jî bi fermî ji aliyê Washington'ê ve ji bo ku serdana Amerîkayê bike hat vexwandin.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de li ser platforma X’ê diyar kir, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Rubio re pêwendiyeke telefonî pêkanî û tê de amadebûna Dîmeşqê ji bo alîkariyê bi Washington'ê re bi armanca ku vegerin rêketina sala 1974’ê nîşanda.
Di du mehên bihurî de Sûriyê pêwendiyên nerasterast bi Televîvê re pêkanîne, Dîmeşq dibêje, ew dixwazin ku rêkeftina ragirtina şer a sala 1974’ê bê bicîhkirin û hêzên girêdayî Netweyên Yekbûyî çavdêriya navçeyên sînorî yên navbera Sûriye û Îsraîlê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî bi fermî ji aliyê Washington'ê ve ji bo ku serdana Amerîkayê bike hat vexwandin, her wiha di wê pêwendiya telefonî de, Rubio diyar kiriye ku Amerîka dixwaze balyozxaneya xwe li Dîmeşqê veke.

Kanal8

04/07/2025