WFP: EM 7.9 MILYON DOLARAN PÊŞKÊŞÎ SÛRIYÊ DIKIN

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî diyar kir, wan di heman dema rewşa ewlehiya xwarinê ya xerab û hişkesliyê 7.9 milyon dolar parve kirine da ku alîkariya Sûriyê bikin.
Bernameyê diyar kir, hişkesaliya îsal li Sûriyê ji nîv sedsalê ve ya herî xerab e û dê ew bi taybet alîlariya cotkarên herî zêde rewşa xwe têkçûyî bikin.
Cîgirê Rêveberê Sûriyê yê bernameyê Xalid Osman got, li Sûriyê qeyraneke rastîn heye û çavkaniyên jiyanê ji nav dibe ne ku tenê rewşeke demkî ye.
Li gorî agahiyan îsal barîna baranê il Sûriyê %50 kêm bûye û pispor destnîşan dikin ku dê berheman genim bi qasî 2.7 milyon ton paş bikeve, di heman demê de sewaldarî jî %40 paş ketiye.
Li gorî daxuyaniya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî dê 120 hezar kes ji alîkariyên wan ên weke xwarin û madeyên sereke sûdê bibînin.
04/07/2025