ÇEKDAR JI EFRÎNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DERNAKEVIN

Nûrhat Hesen 04/07/2025

Çavkaniyekî xwecihî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Kanal 8’ê re ragihand, çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Efrînê dernakevin û herî dawî bi sedan çekdar derbasî Efrînê bûne.

Yek ji dosyeyên sereke yên divê di navbera Dîmeşqê û Rêveberiya Xweser de werin çareserkirin mijara Efrînê ye ku ji sala 2018an ve Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dest bi ser de digirin.
Li gorî çavkaniyekî ji Efrînê, ti gavên wiha berbiçav yên ku diyar dikin rewş dê li Efrînê biguhere tune ne û her wiha got, rast e hejmarek mezin ji malbatên ereb ên hawirde ji Efrînê derketin lê pirsgirêka herî mezin ku gelek çekdar dernakevin.
Çavkaniyê diyar kir, herî dawî di sedan çekdar dîsa hatin li Efrînê bi cih bûn û karwanê wan di nav bajêr re derbas bû û da zanîn, tevî ku ew kom tevlî Wezareta Parastina Sûriyê bûne lê heta niha fermana xwe ji Tirkiyê digirin.
Bi gotina çavkaniyê binpêkirinên çekdaran li navçeyên weke Reco, Şiyê û Bilbilê li dijî welatiyan dewam dikin û zordarî bi taybet li dijî welatiyên ku nû vediderin heye.

Nûrhat Hesen

04/07/2025