DU ŞAREDARÊN CHP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
Kanal8 05/07/2025

Şaredarê Edenê Zeydan Karalar û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere serê sibehê hatin binçavkirin.
Şaredarê Semsûrê yê CHP’ê Abdurrahman Tutdere li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Tutdere got, “Ez serê sibehê li mala xwe ya Enqerê hatim binçavkirin û niha min dibin Stenbolê.”
Di heman demê de hat diyarkirin, Şaredarê Edenê yê CHP’ê Zeydan Karalar jî hatiye binçavkirin.
Di çarçoveya rêxistina tawanê ya Azîz Aktaş de her du şaredar jî di nav de biryara binçavkirina 10 kesan hatiye dayîn.
Kanal8
05/07/2025