ŞAREDARÊ BAJARÊ MEZIN Ê ANTALYAYÊ JÎ HAT BINÇAVKIRIN

Danê sibehê Şaredarê Edenê Abdurrahman Tutdere û Şaredarê Semsûrê Zeydan Karalar hatibû binçavkirin. Hat ragihandin Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek hatiye binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya rêxistina tawanê ya Azîz Aktaş de her du şaredar jî di nav de biryara binçavkirina 10 kesan hatiye dayîn.
Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê di çarçoveya "gendeliyê" de Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek jî di nav de biryara binçavkirina du kesên din da.
Şaredarê Edenê Abdurrahman Tutdere li ser hesabê xwe yê Xê binçavkirina xwe ragihandibû û wiha got, “Ez serê sibehê li mala xwe ya Enqerê hatim binçavkirin û niha min dibin Stenbolê.”
Her wiha doh Şaredarê navçeya Manavgatê ya Antalyayê Niyazî Nefî Kaya ku di destê CHP'ê de ye di operasyona “gendeliyê” de hat binçavkirin û biryara binçavkirina 35 kesên din hatibû dayîn.
05/07/2025