HPG’Ê NASNAMEYA 5 ENDAMÊN XWE EŞKERE KIRIN

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 endamên xwe yên di sala 2018’an de li Başûrê Kurdistanê di êrişên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.
HPG’ê diyar kir ku her 5 endamên wê li Başûrê Kurdistanê di êrişên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameyên endamên wê wiha ne:
Halîme Akboga ji Colemêrgê ye, bi nasnav Viyan Êriş e û di sala 2013’an de tevlî refên wan bûye.
Ronahî Zîlan ji Wanê ye, bi nasnav Rûken Kaplan e û di sala 2013’an de tevlî refên wan bûye
Şahîn Recaî ji Makûyê ye, bi nasnav Akîf Yilmaz e û di sala 2015’an de tevlî refên wan bûye.
Rena Atîlla ji Geverê ye bi nasnav Berîvan Gever e û di sala 2014’an de tevlî refên wan bûye.
Hasret Bîlgî ji Serhedê ye û li Tekîrdag’ê mezin bûye bi nasnav Çiya Erîvan Rûbar û û di sala 2014’an de tevlî refên wan bûye.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HPG’ê sersaxî ji malbatên wan re xwest.
05/07/2025