DEM PARTÎ WÊ TEVLÎ MERASÎMA ÇEKDANÎNA ENDAMÊN PKK’Ê BIBE

Kanal8 05/07/2025

DEM Partiyê ragihand ku wê komek ji endamên PKKê li Herêma Kurdistanê li gorî biryarên kongreyê gavan bavêjin û ji bo bernameyê bang li rojnamevan û partiyên siyasî kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) ragihand ku "Komek ji endamên PKK'ê dê di rojên pêş de li Herêma Kurdistanê, di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de, li gorî biryarên kongreyê bi merasîmekê gavên pêwîst bavêjin."

DEM Partiyê di daxuyaniya ji bo rojnamevanan de wiha got,

Wekî ku hûn dizanin, em di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku tê wateyeke nû, di rojên dîrokî re derbas dibin. Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku komek ji endamên PKK'ê li Herêma Kurdistanê bi merasîmekê li gorî biryarên kongreyê gav bavêjin.

Ji destpêka pêvajoyê ve partiya me rola hêsankirina pêvajoyê girtiye ser milê xwe û ji bo temaşekirina vê merasîmê di asteke sînordar de (15-20) quncik-nivîs vexwendine. Partiya me wê nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên civakî bibe Herêma Kurdistanê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de DEM Partiyê diyar kir ku merasîm di çarçoveya agahdarkirina dewletê de tê pêkanîn û her rojnamevanek dikare bi derfetên xwe ve merasîmê bişopîne.

Kanal8

05/07/2025