ERDOGAN: EM Ê NEHÊLIN RÊXISTINÊN TERORÎSTÎ LI SÛRIYÊ REWA BIBIN

Kanal8 05/07/2025

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan got, dibe ku ew li bakurê Sûriyê herêmên serbest ên bazirganiyê û baregeheke lojîstîkî vekin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê got, bi çekdanîna PKK’ê re wê pêvajo bileztir bibe û saziyên me çavdêriya tevahiya pêvajoyê dikin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan piştî vegera xwe ya ji Azerbaycanê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan derbarê pêvajoyê got, "Bi çekdanîna PKK'ê re wê pêvajo bileztir bibe. Saziyên me yên têkildar hemû gavan bi baldarî dişopînin. Em pêvajoyê wisa bi serê wê nahêlin û em dê rê nedin ku provokasyon çêbibin."

Her wiha Erdogan derbarê Sûriyê jî da zanînb ku wan xeta xwe ya sor diyar kiriye û wiha pê de çû: Me li Sûriyê xeta xwe ya sor bi awayekî zelal kişandiye û em ê rê nedin plana ku rêxistinên terorî û dûvelankên wê rewa bibin.

Erdogan da zanîn, dibe ku di pêşerojê de li bakurê Sûriyê herêmên serbest ên bazirganiyê, baregehên bazarî û modelên mîna sînorên bazarî ava bikin.

Her wiha Erdogan da diyarkirin ku ew dê hefteya bê bi Şandeya DEM Partiyê re hevdîtinê bike.

Kanal8

05/07/2025