HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ 90 BARHILGIR ŞANDIN ROJAVA
Kanal8 06/07/2025

Hevpeymaniya Navdewletî di çarçoveya bihêzkirina xwe li Sûriyê 90 barhilgir derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir, hevpeymaniyê 70 barhilgirên ku çek û cebilxane tê de ne derbasî baregeha Xerab Cîrê ya Rimêlana Rojavayê Kurdistanê kirin.
Her wiha li gorî rêxistinê 20 barhilgirên din derbasî baregeha Qesrikê ya li Hesekê hatine kirin.
Beriya çend rojan jî Pentagona dabû zanîn, 1500 leşkerên wan li Sûriyê mane û ew cihê wan naguherin. Ev tê wateya ku Amerîkayê 500 leşkerên xwe ji Sûriyê derxistiye, dema hilweşîna desthilata Esed Pentagonê diyar kiribû ku 2000 leşkerên wan li Sûriyê hene.
Kanal8
06/07/2025