ŞANDEYA ÎMRALIYÊ JI BO HEVDÎTINÊ BI RÊ KET
Kanal8 06/07/2025

Şandeya Îmraliyê ya ku ji Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Erol pêk hatiye, ji bo hevdîtina bi Ocalan re berê xwe da Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ya ji Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Erol pêk dihat ji bo hevdîtina bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re berê xwe dan Girava Îmraliyê.
Tê payîn di nav vê hefteyê de komeke ji endamên PKK'ê li Herêma Kurdistanê Silêmaniyê bi merasîmekê ve çekên xwe deyne.
Tê zanîn ku hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re jî vê hefteyê pêk were.
Her wiha tê payîn Ocalan ji bo pêvajoyê peyameke berfireh bişîne.
Kanal8
06/07/2025