BERMAHIYÊN ŞER ŞEWATA ROJAVAYÊ SÛRIYÊ GURTIR DIKIN

Sê roj in agirê li parêzgeha Laziqiye û rojavayê Sûriyê venamire, li gorî agahiyan perçeyên bermahiyên şer agir gurtir dikin.
Rêxistina Berevaniya Sivîl a weke Kumspiyan tê naskirin, destnîşan kir, agir bi rûberên fireh ên daristanên Laziqiye ketiye û ji ber perçeyên bermahiyên şer ên neteqiyane, agir gurtir dibe û ev nikarin li gelek cihan agir kontrol bikin.
Li gorî saziyên girêdayî Netewên Yekbûyî, 300 hezar bermahiyên şer yên ku neteqiyane li Sûriyê hene.
Medyaya Sûriyê 5'ê vê mehê ragihand, 5 hezar û 600 hektar daristan heta niha şewitîne û bi dehan gund hatine valakirin.
Li gorî amaran tenê ji %2 heta %3’yê Sûriyê daristan in û ev şewat rewşa avûhewaya Sûriyê têk dide, ji xwe îsal hişkesaliyeke dijwar heye, ji ber wê jî berhema genim ji %70 paş ket.
06/07/2025