DEM PARTIYÊ CIVÎNEKE AWARTE LI DAR XIST
Kanal8 06/07/2025

Lijneya Rêveberiya Navendiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî yê partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya.
Hat ragihandin ku ji ber geşedanên dawî Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi awayekî awarte kom bûye.
Her wiha hat diyarkirin ku dê lijne li ser rojevên “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê û hevdîtina Şandeya Îmraliyê û biryara çekdanîna PKK’ê, gotûbêjan bike.
Wekî tê zanîn Şandeya Îmraliyê ya ji Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Parêzer Ozgur Faîk Erol pêk dihat îro danê sibehê ji bo hevdîtina bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re berê xwe dabê Girava Îmraliyê.
Kanal8
06/07/2025