RÊVEBERIYA XWESER PEREYÊ GENIMÊ COTKARAN BELAV KIR 

Kanal8 06/07/2025

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi parvekirina pereyê genimê cotkarên herêmê kir.

Ofîsa Navendî ya Pere û Diravên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro dest bi belavkirina pereyê fatûreyên kirîna genim kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê di 2'ê Tîrmehê de ragihand, pêvajoya wergirtina genim ber bi dawiyê ve diçe û heta niha 275 hezar ton genim  li navendên wergirtinê yên herêmê hatine wergirtin.

Rêveberiya Xweser, di 11'ê Hezîranê de ragihand, ew ê genim bi bihayê 420 dolarî ji bo her tonekê ji cotkaran bikire.

Ji bo dayina pereyê genim jî li bajarên Dêrikê, Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Kobanî û Dêrazorê heft navendên belavkirinê hatine amadekirin.

Kanal8

06/07/2025