MA: OCALAN DÊ DAXUYANIYEKE DÎROKÎ BIDE

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê ya ji Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Parêzer Ozgur Faîk Erol pêk dihat, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê û civîna Ocalan a bi şandeyê re du demjimêr û nîvan berdewam kir.
Şandeya ku danê sibê ji bo hevdîtina bi Ocalan re çûbû Îmraliyê, vegeriya.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wê Abdullah Ocalan dê daxuyaniyeke dîrokî bide û piştre jî şande bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bicive.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Ozgur Faîk Erol herê dawî di 18’ê Gulanê de çûbûn Îmraliyê.
Ji destpêkirina pêvajoya çareseriyê heya niha ev 6’emîn car e ku şande diçe Îmraliyê.
06/07/2025