DEM PARTÎ Û ERDOGAN WÊ SIBÊ BICIVIN

Kanal8 06/07/2025

Ofîsa ragihandinê ya DEM Partiyê ragihand, Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar wê sibê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erogan re bicivin.

Şandeya Îmraliyê ya ji Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Parêzer Ozgur Faîk Erol pêk dihat ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê û civîna Ocalan a bi şandeyê re du demjimêr û nîvan berdewam kir.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê ragihand, wê sibê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, di demjimêr 15:00'an de bi Serokomarê Tirkiyê Receb teyîb Erdogan re bicivin.

Her wiha DEM Partiyê da zanîn, şande beriya ku bi Erdogan re bicive wê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re bicive.

Kanal8

06/07/2025