KARAYILAN: DIVÊ DORPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ BI DAWÎ BIBE

Kanal8

Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan got, “Divê dewleta Iraqê dev ji van kiryarên xwe yên li dijî Mexmûrê berde, ev ne kiryarên exlaqî û mirovî ne.”

Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Karayilan derbarê dorpêça li ser Mexmûrê axivî û got, “Eger dorpêça Mexmûrê bidome em dê midaxaleyê bikin û Gerîlayan bişînin wir.”

Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan bal kişand şerê gelê Mexmûrê yê li dijî DAIŞ’ê û got, “Di wê pêvajoyê de dewleta Iraqê ne li wir bû, her kes reviya lê gelê Mexmûrê li wir ma. Yên ku wê demê ji wê derê reviyan, niha hatine bi zextê û rêbazên cuda re bi awayekî neheq dixwazin li wê derê serwer bin.”

Di berdewamiyê de Karayilan wihapê de çû: Em dizanin ku gelek pirsgirêkên dewleta Iraqê hene. Dewletên derdor bi awayekî hewl didin van bixin kontrola xwe û di nava wan de tevdigerin. Ew jî qet şerm nakin û bi ev qas leşkeran re diçin derdora Mexmûrê digirin. Me sengerên xwe radestî artêşa Iraqê kir û ji wê derê vekişiyan. Bi rastî jî em ne li bendê bûn ku wiha nêz bibin.Wan jî wê demê got, ‘Temam em ê vî gelî biparêzin, ew mêvanên me ne.’ Em niha dipirsin, ‘Hûn wiha nêzî mêvanên xwe dibin?’ Çi dikin? Dorpêç kirine, ambargoyê pêk tînin; nexweşan bêyî destûr naşînin ji bo tedawiyê; destûr nadin ku pêdîwiyên xwe pêşwazî bikin. Li ser van hemûyan jî niha hatine dibêjin, ‘Em ê derdora wargehê têl bikin.’ Yanî dixwazin bikin kampa êsîran. Ma hûnê gelê Mexmûrê yê berxwedêr û birûmet êsîr bigirin? Ne şerm e. Ma hêza we têra wan dike?

Karayilan da zanîn eger Iraq vê helwesta xwe ya dorpêçkirinê bidomîne, ew dê dîsa mudaxileyê wê derê bikin û dîsa gerîlayan bişînin wê derê.

Kanal8

Sat Aug 09 2025

Loading related news...