SAKIK: EM DIXWAZIN GORA KEWÊ RIBAT BIBIN AGIRIYÊ
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li Îzmîrê çû li ser gora Şakiroyê Dengbêj û got, “Em dixwazin gora wî veguhêzin Agiriyê.”
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê dîmeke parvekir û tê de bang li malbata Şakiroyê dengbêj kir.
Sakik da diyarkirin heke malbata Şakiro jî razî be, ew dixwazin gora wî vegerînin Agiriyê.
Sakik wiha got, “Em li Îzmîrê li ser gora şahê dengbêjan, Kewê Ribat, dengbêj Şakiro bûn. Şakiro bi dilşikestî vê dinyayê çû. Lê sal derbas bû, qîmeta Şakiro zêdetir hat zanîn. Şaredariya me ya Agirîyê li ser navê Şakiro meydanekê nû çêdike. Em ê li ser navê wî û hemû dengbêjan pêkerekê jî çêkin. Em dixwazin gora Şakiro ji bibin Agirîyê, li ser axa kal û bavê wî. Bi vî awayî, belkî rihê Şakiro, rihê Kewê Ribat hinekî şad bibe. Keda Şakiro di nav çanda Kurdî de bê hempaye.”
Şakiro Ango Kewê Ribat Kî ye?
Dengbêj Şakiro ku navê wî yê rastî Şakîr Denîz e, di nava Kurdan de wek Şahê Dengbêjan û Kewê Ribat tê nasîn, di sala 1936’an de li gundê Navikayê yê Agiriya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe. Şakiro di temenê xwe yê biçûk de dest bi dengbêjiyê dike û li herêma Serhedê gund bi gund digere û di nav civata û dîwanên dengbêjiyê datîne.
Malbata Şakiro di sala 1959’an de ji bo Edeneyê tê sirgunkirin. Piştî sirguniya 7 salan, di sala 1966’an de diçin Mûşê û li wir dibe şagirdê Dengbêj Resoyê Gopala.
Şakiro di sala 1983’an de diçe Enqereyê û 3 sal li wir dimîne.
Pişt re jî di sala 1986’an de berê xwe dide Îzmîrê-
Di 5’ê Hezîrana sala 1996’an de, ji ber nexweşiya gurçikê li taxa Çamkuleya navçeya Bornovayê ya Îzmîrê çû ser dilovaniya xwe.
23/08/2025