NUMAN KURTULMUŞ LI SER PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ AXIVÎ
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş derbarê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de daxuyanî da û got, "Di dema xebata komîsyonê de, yek daxwazek ji bo xweserî, serxwebûn, herêmek cuda, an jî zimanê fermî yê Kurdî nehate rojevê."
Kurtulmuş li Maseya Edîtoriyê ya Ajansa Anadoluyê derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Kurtulmuş li ser çarçoveya xebatên komîsyonê got, “Ev ne komîsyonek e ku destûrek çêbike. Qanûn û destûr li vir nayên nivîsandin. Biryarên ku werin girtin dê werin amadekirin û pêşkêşî parlamentoyê werin kirin.”
Her wiha Kurtulmuş got dê nûnerên ji cîhana karsaziyê û sendîkayan dê di heyama pêş de beşdar bibin û navên ku ji hêla piraniya girîng a komîsyonê ve hatine pêşniyar kirin dê vexwînin.
Kurtulmuş derbarê pêvajoya karkirina komîsyonê de jî wiha pê de çû: Biryara ku me yekser piştî damezrandina komîsyonê da ev e ku ew ê di 31ê Berfanbara 2025an de xebata xwe biqedîne. Ger hewce be, ev heyam dikare du mehan were dirêj kirin.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoyê jî got, “Xala girîng ew e ku hemû hêmanên li pişt terorîzmê ji holê werin rakirin û lîtava ku wê diafirîne were ziwakirin.”
Kurtulmuş bal kişand li ser wê yekê ku di dema xebata komîsyonê de, yek daxwazek ji bo xweserî, serxwebûn, herêmek cuda, an jî zimanê fermî yê Kurdî nehate rojevê.
Her wiha Kurtulmuş da diyarkirin ku divê di zûtirîn dem de pêvajo bê temamkirin, û ji bo ku ev pêk were, divê rêxistin bi lez û bez pêvajoya danîna çekan û hilweşandina xwe bidomîne.
Kurtulmuş derbarê şewitandina otomobîla Torosa Spî ya li ber parlamentoyê hat şewitandin jî wiha got, “Her çend dibe ku wekî bûyereke asayî xuya bike jî, dibe ku ne rasthatinî be ku otomobîlek Toros a spî li ber parlamentoyê di roja ku komîsyon dê bicive û dest bi rûniştina xwe ya yekem bike de hate şewitandin.”
Kurtulmuş da zanîn ger ew li Tirkiyeyê vê pêvajoyê biserkeftî bi dawî bikin dê li Sûriyeyê jî heman serkeftinê bi dest bixin û got, “Eger em di avakirina Tirkiyeyek bêteror de biserkevin, bê guman, heman rojê, an jî roja din, Tirkiyeyek bêteror dê deriyên Sûriyeyek bêteror veke.”
29/08/2025