LI ÇIYAYÊ EZMERÊ HELÎKOPTEREKE HAWARÇÛNÊ KET XWARÊ

Sema Reşid 29/08/2025

Li Çiyayê Ezmerê yê Silêmaniyê dema helîkoptereke hawarçûnê çûbû termê ajokarê ku di qezayekî de jiyana xwe ji dest daye bîne ket xwarê û du kes birîndar bûn.

Rêveberiya Ragihandina Trafîkê ya Silêmaniyê ji KANAL8'ê re ragihand, li Çiyayê Ezmerê yê Silêmaniyê piştî ku otomobîlek wergeriya û ajokarê wê mir helîkoptera hawarçûyînê ya ku ji bo anîna termê çûbû jî ket xwarê.

Her wiha rêveberiyê da ragihandin di encama ketina xwarê ya helîkopterê de du kes birîndar bûne û ji bo dermankirinê veguhestine nexweşxaneyê.

Li Çiyayê Ezmerê yê Silêmaniyê otomobîlek wergeriya û ajokarê wê di cihê qezayê de jiyana xwe ji dest da.

Helîkoptera hawarçûnê ya çûbû termê ajokarî werbigire kete xwarê û di encamê de du kes birîndar bûn.

Her wiha rêveberiyê ragihand birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Sema Reşid

29/08/2025