ÇAVKANIYEK: 300 KESAN LI SERÊKANIYÊ NAVÊN XWE TOMAR KIRINE
Şandeyeke Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê serdana Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gorî agahiyan, şandeya wezaretê bi serokatiya Cîgirê wezîr bû û bi armanca şopandina avakirina Hêzên Ewlehiya Giştî yên girêdayî Dîmeşqê bû.
Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin, beriya demekê dîsa şandeyek ji wezaretê derbasî Serêkaniyê bûbû deriyê tevlîbûna nav Ewlehiya Giştî vekiribû.
Agahiyên çavkaniyan nîşan dan, 300 kesan navên xwe tomar kirin ku 70 ji wan ji welatiyên Serêkaniyê ne û 230’yên din jî ji navçeyên din ên Sûriyeyê ne.
Li rojnamevan Ebdûlhelîm Silêman ku bi xwe ji Serêkaniyê ye, hejmarek ji çekdarên girêdayî Tirkiyê jî navên xwe tomar kirine ku li gorî nasnameya meclisa xwecihî weke welatiyên Serêkaniyê hatine hesibandin.
Ji sala 2019’an ve artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê dest bi ser Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê de digirin û ji ber wê bi hezaran ji kurdên Serêkaniyê koçber bûne.
03/09/2025