HEWLDANÊN VEKIRINA DERIYÊN SÎNORÎ

Nûrhat Hesen 15/09/2025

Mijara vekirina deriyên sînorî di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de duh bi daxuyaniyekê Rêveberiya Xweser derket holê. Rêveberiya Xweser got, ew kar li ser vekirina dergehê sînorî yê Qamişlo û Nisêbînê dikin.

Bi xwe 12 dergehên sînorî di navbera Tirkiye û Rojavayê Sûriyeyê de hene û 6 ji wan dikevin navçeyên Rojavayê Kurdistanê. Piraniya wan dergehan ji bo karûbarên sivîl ankur derbasbûna welatiyan di navbera herdu welatan û her wiha karûbarên bazirganî ku sala 2010’an asta bazirganiya salane di navbera Tirkiye û Sûriyê gihiştibû 2 milyar û 500 milyon dolar

DERIYÊ QAMIŞLO - NISÊBÎN

Yek ji dergehên herî girîng yên Tirkiyê bi navçeyên Rojavayê Kurdistanê re dergehê Qamişlo û Nisêbînê ye ku karûbarên sivîl û bazirganî mijûl dibû, lê sala 2011’an Tirkiyê ji ber qeyrana Sûriyê biryar da ku bigire. Heta niha ew dergeh girtiye û hewl hene ku were vekirin.

DERIYÊ DIRBÊSIYÊ - QOSER

Dergehê Dirbêsiyê jî ji sala 2011’an ve girtiye û di salên dawî de Tirkiyê û Rûsiyê di wê dergehê re dewriyayên leşkerî li Sûriyê bi rêxistin dikirin.

DERIYÊ SERÊKANIYÊ - SERÊKANIYÊ

Dergehê Serêkaniyê ku li aliyê Tirkiyê navê wê Ceylan Pinar e sala 2011’an ve hatibû girtin, lê piştî ku Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê sala 2019’an dest bi ser Serêkaniyê de girtin, dîsa ew dergeh vekirin.

DERIYÊ GIRÊ SPÎ - AKÇEQELE

Dergehê Girê Spî ku li aliyê Tirkiyê navê wê Akçeqele ye sala 2011’an ve hatibû girtin, lê piştî ku Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê sala 2019’an dest bi ser Girê Spî de girtin, dîsa ew dergeh vekirin.

DERIYÊ KOBANÊ - PIRSÛS

Dergehê Kobanê ku li aliyê Tirkiyê navê wê Murşid Pinar e, ji sala 2011’an ve girtiye.

DERIYÊ HEMAMÊ - RÎHANIYÊ

Dergehê Hememê yê Efrînê salan 2020 ji aliyê Tirkiyê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê hat vekirin û heta niha jî vekiriye, gelek çavkaniyan berê gotibû, Tirkiye zeyta zeytûnan ya Efrînê di wê dergehê re derbasî Tirkiyê kiriye û li bazarên ewrûpayê firotiye.

Niha welatiyên Rojavayê Kurdistanê ger bixwazin ji Tirkiyê bi bejahî derbasî Qamişlo, Kobanê û Dirbêsiyê bibin, neçar dibin derbasî navçeyên di bin kontrola komên girêdayî Tikriyê bibin û paşê derbasî navçeyên xwe bibin û ev yek jî metirsiyê li ser jiyana wan çê dike.

Nûrhat Hesen

15/09/2025