MHP: PÊDIVÎ BI SERERASTKIRINÊN YASAYÎ HEYE

Kanal8 21/09/2025

Cîgirê Serokê MHPyê Fetî Yildiz ragihand, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, divê di yasayên cezayê û yasaya terorê de sererastkirin bên kirin.

Cîgirê serokê MHPyê û endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî û Biratî û Demokrasiyê Fetî Yildiz, di derbarê pêvajoyê de ragihand, Komara Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa terorê, ku nêzî nîv sed sale berdewam dike, gihiştiye qonaxeke dîrokî û ev atmosfera aştiyê ku di nava Tirkiyeyê de hatiye ava kirin, pêdviye ku li hember şokên derve were parastin.

Yildiz di derbarê xebatên komisyonê jî got, komisyon nûnertiya %90 ya civaka Tirkiyê dike û ev dewlemendiya ku li komsyonê tê komkirin, ji bo çêkirina reşnivîseke yasayî dê bibe çavkaniyeke grîng.

Cîgirê serokê MHPyê tekez jî kir, ku dadperwerî tenê ji bo ceza kirinê nîne, di heman demê de ji bo çareseriyê ye  û  di vê qonaxê de pêdviye ku di yasayên cezayê û di yasaya terorê de hin sererastkirin bên kirin.

Kanal8

21/09/2025