LI HERÊMA KURDISTANÊ SALA NÛ YA XWENDINÊ DEST PÊ KIR

Kanal8 21/09/2025

Bi milyonan xwendekarên Herêma Kurdistanê, îro dest bi sala nû ya xwendinê kir û berê xwe dan dibistanên xwe.

Amarên xwendekar û dibistanan
Li gorî Wezareta Perwerdehiyê, tê payîn ku îsal 1.8 milyon xwendekar beşdarî perwerdehiya giştî bibin. Di heman demê de, 154,000 xwendekar dê dest bi xwendina di perwerdehiya taybet de bikin. Ev hejmara mezin a xwendekaran ji bilî 594 dibistanên taybet, li 6,844 dibistanên giştî jî dixwînin. Bîst û heşt avahiyên dibistanên nû jî ji bo îsal hatine amadekirin.

Xwendekarên nû û guhertinên bernameyê
Ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an, zêdetirî 139,000 xwendekarên nû qeydkirî ne. Di derbarê çapkirina pirtûkên nû de, 22 milyon û 134 hezar û 74 pirtûkên mufredatê hatine çapkirin û 500 sernav hatine guhertin.

Kurteya hejmar û statîstîkan:
Sala nû ya xwendinê: 2025-2026

Xwendekarên dibistanên giştî: 1 milyon û 800 hezar

Xwendekarên Dibistanên Taybet: 154 hezar

Avahiya Dibistana Giştî: 6,844

Avahiya Dibistanên Taybet: 594

Xwendekarên nû: zêdetirî 139,000

Pirtûkên çapkirî: 22 milyon û 134 hezar

Pirtûkên guhertî: 500 sernav

Kanal8

21/09/2025