DEST BI HINARDEKIRINA PETROLA HERÊMA KURDISTANÊ HAT KIRIN
Piştî 30 mehan ji rawestandinê, petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiyê de gihîşt Bendera Ceyhanê.
Hinardekirin piştî rêkeftineke sêalî di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de pêk tê.
Peymaneke demdirêj
Dîsa hinardekirin piştî rêkeftineke sêalî di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê de pêk tê. Rêveberê giştî yê SOMOyê Elî Nizar got "Ev rêkeftin encama 30 mehan ji danûstandinan e û ne rêkeftineke demkî ye, lê dê bibe bingeha rêkeftineke demdirêj û dê dawî li pevçûnên salan ên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bîne."
Dîroka rawestandin û zirarê
Di 25ê Adara 2023an de, piştî biryara Dadgeha Hakemtiyê ya Parîsê, hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hate rawestandin. Li gorî amarên herî dawî yên Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (Epicor), windahiyên rawestandinê ji 35 milyar dolarî zêdetir in.
Rêjeya hilberînê û lêçûn
Niha, hilberîna petrolê nêzîkî 240,000 bermîl e, bi taybetî 234,000 bermîl. Nêzîkî 190,000 bermîl dê ji bo hinardekirinê radestî SOMOyê werin kirin û 50,000 bermîl dê ji bo pêdiviyên navxweyî werin veqetandin. SOMOyê got, "Ev mîqdar ne sabît e û dê biguhere."
Iraq ji bo her bermîlek petrola ku li zeviyên wê yên petrolê tê hilberandin 16 dolar dide kompanyayên petrolê. Rêvebirê SOMOyê tekez kir ku dê peymanek bi şîrketek şêwirmendiya cîhanî re were îmzekirin da ku lêçûna hilberîn û hinardekirinê were nirxandin.Ji bo gihîştina 400,000 bermîlan dixebite
Li gorî qanûna budceya Iraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400,000 bermîl petrol radestî SOMOyê bike. Di berdêla vê de, Bexda dê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bide. Rêvebirê SOMOyê veneşart ku ew dixebitin da ku hilberînê vegerînin 400,000 bermîlan.
27/09/2025