MEHMET UÇUM QONAXÊN PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ EŞKERE KIRIN
Şêwirmendê Bilind ê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum di pêvajoya çareseriyê de "qonaxên pêvajoya veguhestinê" bi 7 xalan eşkere kirin.
Mehmet Uçum di nivîsekê de bi sernavê "Qonaxên Hiquqa Pêvajoya Derbasbûnê" diyar kir ku, divê parlementoya Tirkiyê yasayeke taybet ji bo pêvajoyê derxîne.
Uçum diyar kir, divê raporek ku di Komîsyonê de polîtîkayên hiqûqî pêşniyar dike were amadekirin û rapor ji Serokatiya Parlementoya Tirkiyê re were pêşkêşkirin.
Her wiha pêşniyarek têkildarî qanûna pêvajoya veguhestinê li ser bingeha raporê were kirin û pêşniyarname ji Serokatiya Parlementoyê re bê şandin.
Mehmet Uçum destnîşan kir ku divê pêvajoya yasakirina pêşniyarnameyê destpê bike û got, divê pêşniyarname ji aliyê parlementoyê ve erê bibe.
Li gorî Şêwirmendê Bilind ê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, ew yasa jî wê li Rojnameya Fermî piştî ku serokomar dipejirîne, belav bibe.
28/09/2025