KABÎNEYA SEROKOMARIYA TIRKIYEYÊ DICIVE

Kanal8 29/09/2025

Kabîneya Serokomariyê ya Tirkiyeyê dê bicive û yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çareseriyê ye.

Piştî 3 hefteyan Kabîneya Serokomariyê ya Tirkiyeyê îro demjimêr 15:00ê piştî nivro bicive û civîn bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rê ve biçe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, mijareke sereke ya civîna kabîneyê, pêvajoya çareseriyê û kar û xebata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye ku kar û xebata wê ber bi dawiyê ve diçe.

Her wiha dê rayedarên Tirkiyeyê pirsgirêkên Sûriyeyê û pirsa entegrasyona HSDyê gotûbêj bikin.

Di beşeke din a civîna Kabîneya Serokomariya Tirkiyeyê de wê naveroka serdana Erdogan ji bo Amerîkayê û civîna wî ya bi Serokê wî welatî Donal Trump re were gotûbêjkirin.

Şerê Xezeyê û têkiliyên navbera Enqere û Tel Evîvê jî mijareke din a civîna kabîneya Serokomariya Tirkiyeyê ne.

Kanal8

29/09/2025