DOZA DEMÎRTAŞ NÊZ DIBE; TIRKIYE DÊ ÇI BIRYARÊ BIDE?
8ê vê Cotmehê, dema ku, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Tirkiyeyê diyar kiribû, bo ku biryara xwe ya dawiyê li ser dosyeya Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bide, dê bidawî tê.
Gelo desthilata Tirkiyeyê, dê li hemberî biryara dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îtirazê nîşan bide yan jî dê weke pêngaveke erênî, di çarçoveya piroseya çareseriyê de, piştî nêzî 9 salan ji girtina Demîrtaş, dê rê ji bo azadkirina wî xwe bike.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heta niha 3 caran, di berjewendiya Demîrtaş de biryar daye, lê Tirkiye pêbendê wan biryaran nebûye.
Mafê Demîrtaş tê binpêkirin
Cara destpêkê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê di 20'ê cotmeha sala 2018'an de, paşê di 22'ê çileya 2020'an û cara sêyemîn jî di 8'ê tîrmeha 2025'an de, biryara xwe dubare û sêbare kir û ragihand ku mafê Selahattîn Demîrtaş tê binpêkirin û divê were serbestberdan. Di rûniştina xwe ya tîrmehê de, dadgeha Ewropayê, diyar kiribû, dirêjkirina dema girtina Demîrtaş, mijareke siyasî ye û ji 8'ê tîrmehê heta 8'ê cotmehê, wate 3 meh dem dabû Tirkiyê ku li ser vê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, yan careke din îtirazê nîşan bide, yan jî biryara berdanê bide.
Yekalîkirina vê dosyeyê di demekê de ye ku, salek di ser proseya aştiyê ya li Tirkiyê re derbas dibe û desthilat bi wê yekê tê rexnekirin ku, tu pêngaveke praktîk ji bo çareseriyê neavêtiye ku yek ji wan jî, mijara azadkirina girtiyê siyasî ye.
Taybetmendiya biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê:
Welat û aliyên ku, dadgeha Ewrupayê biyarê li dijî wan dide, xwedî wî mafî ne ku, di dema 3 mehan de, îtirazê nîşanî biryara dadgeha Ewrupayê bidin. Eger di dema destnîşankirî de, îtiraz hate nîşandan, îtiraz dê radestê dadgehê bê kirin û eger di lêkolînên destpêkê de, nehate qebûlkirin, dê bê redkirin û biryara ku dadgehê daye, dê hikmê dawiyê werbigire. Ev aliyekî...
Aliyekî din ê biryarê çi ye?
Eger îtiraz di lêkolîna destpêkê ya dadgehê de hate qebûlkrin, wê demê dê dosye ji Fermangeha Bilind ya Dadgehê rebê şandin û li wir jî, eger fermangeha bilind biryarê bide ku lêkolîna destpêkê di asta pêwîst de nebûye, di wê haletê de jî, dê îtaraz bê redkirin û biryara dadgehê dê hukmê xwe ya dawiyê werbigire.
Eger Tirkiye jî heta 8'ê cotmehê, îtiraza xwe pêşkêş neke, wê demê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê, dê hukmê xwe yê dawiyê derbarê dosyeyê de bide.
Li gorî ku pisporên yasayî jî dibêjin, dawîn biryara dadgeha mafê mirovan, ne tenê Demîrtaş, di heman demê de siyasetmedarên din yên girtî jî bigire nav xwe.
Eger biryara dadgehê bi berjewendiya Demîrtaş de yekalî bibe, divê Enqere, 3 hezar û 245 Euroyî weke qerebûya madî, 32 hezar û 500 Euro weke qerebûya manewî û 20 hezar Euro jî weke xerciya dadgehakirinê, bide Demîrtaş. Biryar jî dê ji aliyê Komîteya Wezîran a Civata Ewrupayê ve, bê şopandin.
06/10/2025