CEJNA CEMAYÊ YA ÊZIDIYAN
Cejna Cemayê yek ji cejnên sereke yên Êzidiya ne û 6ê Cotmehê dest pê dike û 7 rojan didome.
Cejna Cemayê ya Êzidiyan ku 6ê Cotmehê dest pê kiriye û dê heta 7 rojên din berdewam bike. Wateyeke taybet a vê cejnê ji bo Êzidiyan heye.
Di vê cejna ku heft roj berdewam dike de gelek merasîmên olî tên lidarxistin û Êzidî ji seranserî cîhanê berê xwe didin Perestgeha Laleşê ya Duhokê.
Di vê cejnê de ava Kaniya Spî cihekî xwe yê taybet heye û li gorî baweriya Êzidiyan, divê her Êzidî di jiyana xwe de carekê bi ava Kaniya Spî werin morkirin.
Di heman demê de Êzidiyên li derveyî welêt jî salane vedigerin û xwe bi ava kaniyê mor dikin.
Merasîmên Cejna Cemayê bi ser heft rojan de wiha hatiye dabeşkirin:
- Roja yekem a cejnê, Merasîma Bêyta Êvarê û Semaya Olî tê lidarxistin.
- Roja duyem a cejnê Tewafa hemû gorên li Perestgeha Laleşê tê kirin.
- Roja sêyem û çarem a cejnê ev merasîm tên dûbarekirin.
- Roja pêncem a cejnê Merasîma 7 Periyan tê lidarxistin ku 7 keç wekî nîşana 7 feriştehan cilên spî li xwe dikin.
- Roja şeşem a cejnê Merasîma Qebaxê tê kirin. Di vê merasîmê de gayek wekî qurbanî ji bo Xwedawenda Rojê tê serjêkirin û goştê wî wekî xwarineke pîroz tê belavkirin ku jê re dibêjin “Simat”.
- Roja heftem û roja dawi ya cejnê, Merasîma Berbersiwarkirinê tê lidarxistin ku nîşana bidawîhatina cejnê ye.
Piştî êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê, Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan ev cejn pîroz nekir û merasîmên wê 4 salan hatin rawestandin.
Piştî wê yekê, cejna yekem sala 2018an hat pîrozkirin û ji wê demê ve salane didome.
09/10/2025