DI DOZA ROJÎN KABAÎŞÊ DE HÛRGILIYÊN NÛ
Di doza Rojîn Kabaîşê de hin hûrgiliyên nû derketin. Parêzerên Kabaîşê ragihand ku li gorî rapora Saziya Bijîşkî ya Dadî, "Li ser laşê Rojînê DNAya du mêran hatiye dîtin."
Parêzerên baroyên Wan û Amedê bi civîneke çapemeniyê ya hevpar rapora saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) ya li ser mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê bi raya giştî re parve kirin û ragihandin ku wan ji ber veşartina daneyan giliyê ATKyê kiriye.
Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, rapor îhtimala ku Rojîn Kabaîş rastî êrişa zayendî hatibe xurtir dike.
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Zeynep Demîrê da zanîn, rapora Daîreya Pisporiya Biyolojîk a Saziya Bijîşkiya Dadî 10ê Cotmehê ketiye dosyeyê û eşkere kir ku li ser Rojîn Kabaîşê DNAya du mêran hatiye dîtin û Zeynep Demîrê cihê DNAyan wiha eşkere kir:
Hatiye tespîtkirin ku mînaka yekem a DNAyê li derdora sîngê, ya duyem jî li hundirê vajînayê hatiye tespîtkirin.
Demîrê ji ber nêzikatiya saziya Bijîşkî ya Dadê rexne kir û got, “Em dibînin ku ATKyê tiştê ku diviyabû di serî de binirxandina, piştî salekê nirxandiye. Em diyar dikin ku îro êdî îhtimala êrişa zayendî jî derketiye holê û divê dosye bi vî rengî were destgirtin. ATKyê ji ber ku salekê daneyên di destê xwe de veşartiye sûc kiriye. Di çarçoveya baroyên Amed û Wanê de li ser vê yekê giliyê ATKyê hatiye kirin.”
Çi Bûbû?
Rojîn Kabaişa 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê dixwend. Rojîn 27ê Îlona 2024an ji şevîmana ku lê dima derket û careke din agahî jê nehat girtin. Cenazeya Rojînê piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.
12/10/2025