JI BO BAKURÊ KURDISTANÊ BERF Û BARAN DI RÊ DE YE

Kanal8 12/10/2025

Rêveberiya Giştî ya Avhewayê ya Tirkiyeyê ragihand, dê li 25 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare û dê pileyên germê jî ji 6 heta 10 pileyan dakevin.

Rêveberiya Avhewayê ya Tirkiyeyê da zanîn ku hêza ba jî wê bigihije heta 60 kîlometreyan di demjimîrekê de.

Rêveberiya Giştî ya Avhewayê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyek de li 25 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêşbîniya hatine pêleke berf û baranê kir.

Li gor daxuyaniyê tê pêşbînîkirin parêzgehên Qers û Erzirom ên Bakurê Kurdistanê bikevin bin bandoriya pêla sermayê li her du parêzgehan berf bibare.

Her wiha hatiye pêşbînîkirin ku, li parêzgehên Amed, Sêrt, Wan, Dîlok, Meletî, Mêrdîn û Mereşê jî baran bibare.

Pêla berf û baranê dê hejmarek parêzgehên Tirkiyeyê jî bigire.

Kanal8

12/10/2025