RAPIRSIYEK: CHP YEKEM Û AK PARTÎ DUYEM E

Kanal8 27/10/2025

Li gorî encamên anketa ku li ser hilbijartinên Tirkiyeyê hatiye kirin, CHP di rêza yekem û AK Partî jî di rêza duyemîn de cîh digire.

Di anketa ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî û Sîyasî û Stratejîk a (ORC) ve di navbera 20 û 22yê vê mehê de li 26 parêzgehên Tirkiyeyê bi rêya telefonan bi 2 hezar û 600 kesan re pêk hatiye, pirsa wê yekê li beşdarbûyên anketê hatiye kirin ku eger sibe-roj hilbijartinên giştî pêk werin, dê dengê xwe bidin kîjan partiyê sîyasî.

Li gorî encaman, CHPyê ji %31,2, AK Partiyê %30,0, DEM Partiyê %8,2, MHP %8,0, Îyî Partî %6,5, Partiya Zafer %3,3, Partiya Ji Nû ve Refahê %2,7, Partiya Herêmî û Netewî %2,1, Partiya Yekîtiya Mezin %2,0 û partiyên din jî %6,0ê dengan bi dest xistiye.

Ev yek di demekî de ye, di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulana 2023an de AK Partiyê %35,61, CHP %25.33, MHP %10, Îyî Partî %9,7, DEM Partiyê %8,8, Partiya Ji Nû ve Refahê %2,8, Partiya Zafer %2,2 û Partiya Yekîtiya Mezin jî %0,98'ê dengan bi dest xistibûn.

Kanal8

27/10/2025