KARASU: ÊDÎ DEMA KIRINÊ YE

Kanal8 30/10/2025

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasû biryara vekişîna PKKyê ji Tirkiyeyê û li ser rojevê axivî û got, “Divê gavên ku me destnîşan kirine werin avêtin."

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustefa Karasu, di bernameyeke Medya Haber TVyê de, derbarê pêvajoya çareseriyê nirxandin kirin. 

Karasu li ser biryara vekişandina hêzên PKKyê ji Tirkiyeyê got, “Me heta niha li ser perspektîfên Rêber Apo gelek gav avêtin. Jixwe hêzên me yên gerîla li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê hebûn, lê li hin herêman metirsiya pevçûnê hebû. Ji ber vê yekê me hêzên gerîla yên ku li herêmên metirsiya pevçûnê hene paşve vekişînin di cih de dît.”

Karasu da diyarkirin ku ji bo ku derfet nekevin destê dijberên pêvajoyê û provokasyonan pêk neynin, wan biryar daye hêzên xwe yên li herêmên krîtîk û metirsiya pêvçûnê hene paşve bikşînin. 

“Me gelek gavên yekalî avêtin” 

Karasu da diyarkirin ku gava ku hatiye avêtin yek alî bûye û got, “Jixwe me gelek gavên yek alî avêtin û em hewl didin bi vê re derfeta ku dewlet û desthilata AK Partî û MHPyê gavan bavêjin biafirînin û zemîna wê ava bikin. Ger heta niha behsa pêvajoyê dikin, ev bi saya Rêber Apo ku bi berpirsyarî nêzîk dibe û em wekî Tevger di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de tevdigerin in. Em dikarin vê bibêjin; ger li deverek din cîhanê bûya, dewlet û desthilat di nava vê nêzîkatiyê de bûya, ti hêz mîna me bi berpisyarî tevnedigeriya.” 

“Divê qanûn bên derxistin” 

Karasu da diyarkirin ku di pêvajoyê de gavên girîng hatine avêtin û ji bo bipêşveçûna pêvajoyê jî pêdivî bi zemînek ji bo siyaseta demokratîk heye.

Di pêkneanîna vesaziyên yasayî de jî Karasu behsa metirsiyên heyî kir û wiha pê de çû: Em bibêjin ku em çûn wir, em ê siyaseta demokratîk bikin, biaxivin. Em ê bibêjin em Tirkiyeyek bi vî rengî dixwazin, em ji bo gelê Kurd azadiyê dixwazin, divê ev tişt werin kirin. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Belê, wê çi bibe? Wê demildest bibêjin ‘Ev cudaxwazî ye’, wiha ye û hwd. Her kes dikare bikeve zindanê. Qanûna Dijî Terorê heye. Ew çi dibêje? Her çendî ne endamê rêxistinekê ne jî, yanî dema ku were gotin ew ne endamê rêxistinekê bin jî, ji bo her Kurdî/ê dikarin têxin nava rêxistinekê. Di vî alî de pêdivî ye ku qanûnên azadiyê werin derxistin.

“Êdî dema kirinê ye” 

Karasu bal kişand li ser gavên desthilatê û da zanîn ku êdî ne dema axaftinê dema kirinê ye û got, “Divê gavên ku me destnîşan kirine werin avêtin. Ji ber ku di civakê de têgihiştinek heye: desthilat û dewlet gav navêjin. Li ser nêzîkatiyên desthilat û dewletê fikarên wan hene. Li hemberi nêzîkatiya desthilatê bê baweriyek heye. Civaka Kurd di destpêkê de piştgiriyeke mezin dida. Niha dixwazin ku ev pêvajo bi ser bikeve; di wê mijarê de pirsgirêk ji bo Kurdan tineye. Lê ji ber nêzîkatiya desthilatê, saleke gavên cîdî neavêtiye,  desthilat her gav li benda gavên yekalî ye, ev yek fikar û teredûtan  diafirîne. Di vî alî de, ne gotin kirin pêwîst e.”

“Pozîsyona Rêber Apo mijara herî krîtîk e” 

Karasu derbarê rewşa Ocalan û mafê hêviyê jî ev yek gotin, “Kes nikare vê pirsgirêkê bêyî Rêber Apo çareser bike. Rola Rêber Apo di serketina vê pirsgirêkê de diyarker e. Ji ber vê yekê, divê şert û merc biguherin.

Devlet Bahçelî bi xwe behsa Mafê Hêviyê kir, lê sozên hatine dayîn nayên bicihanîn. Rêber Apo hîn jî di tecrîdê de ye. Hevdîtinên bi şandeya DEM Partiyê û parêzeran têra çareserkirina pirsgirêkek ew qas mezin nakin. Ji ber ku ev pirsgirêkek civakî ye.

Di vî alî de, ev pêvajo wê çiqas pêş bikeve yan jî nekeve, girêdayî nêzîkatiya li hember Rêber Apo ye. Ev girêdayî pozîsyona Rêber Apo ye. Ev ne rewşek ku Rêber Apo ji xwe re dixwaze. Rêber Apo ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixwaze şert û merc bên guhertin. Em jî dixwazin ku şert û merc bên guhertin. Nêzîkatiya Rêber Apo ya azadiya takekesî tineye. Gelo civak azad bûye? Ew dixwaze pirsgirêkên Tirkiye û gelê Kurd çareser bike. Ji bo vê yekê daxwaza Mafê Hêviyê dike û dixwaze ku şert û merc biguherin. Ger şert û merc neguherin, ma wê Rêber Apo wisa nefikire? Ew dixwazin çi bikin? Îradeya wan ji bo çareseriyê çi ye? Îradeya wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi ye?”

Kanal8

30/10/2025