186 GOLÊN TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ HIŞK BÛNE

Kanal8 08/11/2025

Li gorî raporekê, ji 240 golên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 186 gol hişk bûne û metirsiya hişkbûnê li ser golên mayî jî heye.

Parlementerê DEM Partî li parlementoya Tirkiyeyê Sînan Çîftyurek, di derbarê rewşa jîngehê û bi taybet jî rewşa golên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê raporek amade kiriye.

Çîftyurek derbarê rapora xwe ji ajansa Mezopotamyayê re ragihandiye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 240 gol hebûn, lê 186 gol hişk bûn û 54 golên ku mane jî, di bin metirsiya hişk bûnê de ne.

Her wiha diyar kir, eger çavkaniyên avê neyên parastin, beşek ji erdnîgariya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 50 heta 60 salan bibin çolistan.

Çîftyurek tekez jî kir, ji bo rê girtin li qeyrana jîngehê, divê gavên pêwîst bi lez werin avêtin, di vê çarçoveyê de jî, divê bikaranîna madeyên plastîk were kêm kirin û her wiha çandina daran jî were zêde kirin.

Kanal8

08/11/2025