BAHÇELÎ: GER KOMÎSYON BIRYAREKÊ NEDE EZ Ê BIÇIM ÎMRALIYÊ
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Heke komîsyon biryarekê nede, ez ê biçim Îmraliyê."
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axivî.
Bahçelî li ser çûyîna Îmraliyê axivî û got, "Ger komîsyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin derbarê serdanê biryarekê negire, ti kes xwe nêzî vê serdanê neke, her kes dev çav û guhê xwe bigire, ez vekirî bibêjim, ez dê 3 hevalên xwe bigirim gel xwe û bê dûdilî bi derfetên xwe biçim Îmraliyê û bê dûdilî rû bi rû hevdîtinê bikim."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya civîna koma partiya xwe ya parlamentoya de, tekezî li ser biryardariya wan kir ku armanca wan "Tirkiyeya bêteror" e.
Bahçelî got ku çûna komîsyonê ya Îmralî wê pêvajoyê xurt bike û daxuyand ku MHP amade ye beşdarî vê şandeyê bibe.
Bahçelî got ku pêwîst e dîtin, raman û baweriyên dawî yên rêberê damezrîner ê PKKyê bên girtin.
Bahçelî bang kir ku "gengeşiyên beredayî" bi dawî bibin û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan, rêberê PKKyê, yek ji aliyên pêwendîdar ên pêvajoyêye.
Bahçelî bal kişand ser girîngiya çûna "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li parlamretoyê hatiye damezrandin, bo Îmralî.
Wî tekez kir ku divê "peyama ji devê yekem û ji destê yekem were girtin".
Bahçeli got ku wekî MHP, ew ji bo beşdarbûna vê heyetê "amade" ne.
Bahçeli biryardariya xwe bi gotina "Eger ti kes neçe, ez ê bi derfetên xwe biçim Îmraliyê."
Bahçelî tekez kir ku "Tirkiyeya bêteror" ji bo aştî, aramî û biratiya mayînde armanca sereke ye.
Wî bertek nîşanî hewldanên hin derdoran ên ji bo sabotekirina vê armancê û got ku planên kesên ku "meylê wan li provokasyonan" heye, "bêqîmet" in.
Bahçeli hêvî kir ku çarçoveya hiqûqî, siyasî û demokratîk a ku dê ji hêla Komîsyonê ve were pêşkêşkirin, bibe nexşerêya pêvajoyê û bi bîr xist ku banga Îmralî ya di 27'ê Sibatê de yek ji xalên verişînê yên pêvajoyê bû.
Bahçelî li ser mijara Sûriyeyê jî da diyarkirin
“Di mijara entegerasyonê û danûstandinên HSDyê û Hikumeta Navendî de, tevî hinek provakasyonan jî roj bi roj li ser xeteke erênî dimeşe.
Di hevdîtina Serokomarê Sûriyeyê ya bi Serokê Amerîkayê re, tevî pêşxistina lêgirînên aştiyane, ji bo pêkanîna peymana 10ê Adarê lihevkirina li ser mekanîzmayên zelal cihê kêfxweşiyê ye.”
18/11/2025