HAKAN FÎDAN: YEKÎTÎ Û YEKPARÇEBÛNA SÛRIYEYÊ, SIYASETA TIRKIYEYÊ YA SEREKE YE
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan tekezî li ser pêwîstiya hebûna aramiyê li Sûriyeyê kir da ku yekîtî û yekparçebûna axa wê were parastin û destnîşan kir ku ev yek di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de sereke ye.
Ajansa Anadoluyê gotina Hakan Fîdan veguhest ku di nîqaşeke parlemanî de li ser budceya 2026an a Wezareta Derve gotiye: "Yanzdeh meh derbas bûn ji dema ku gelê Sûriyeyê azadiya xwe bi dest xist, ev tişt derfet da wan ku paşeroja xwe diyar bikin." Wî li ser zêde kir ku Tirkiye vê qonaxa nû wekî derfetekê ji bo vejandin û kûrkirina têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re dibîne, ji ber ku li kêleka gelê Sûriyeyê bû û deriyên xwe ji mîlyonên Sûriyeyiyan re vekir.
Fîdan bal kişand ku Tirkiye di pêşxistina têkiliyên di navbera Sûriye, Amêrîka û welatên Ewropayê de û bi taybet di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û jinûveentegrekirina wê di civaka navneteweyî de roleke mezin lîstiye. Her wiha jinûveaktîvkirina endametiya wê ya di Rêxistina Hevkariya Îslamî de piştî rawestandina 13 salan.
Wî got ku ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an û vir ve, zêdetirî 550,000 Sûriyeyî ji Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe û tekez kir ku piştgiriya civaka navneteweyî, pêşketina aborî û misogerkirina domdariya vegera penaberan, yek ji xalên herî giring ên Sûriyeyê ne.
Derbarê êrişên Îsraîlê li ser Sûriyeyê, Fîdan destnîşan kir ku kirinên Îsraîlê li Quneytra, Der’a û Siweydayê li başûrê Sûriyeyê aloziyên nû çêkirine û got ku êrîşên li ser Sûriye, Lubnan û di demên dawî de Qeter gefeke nû li herêmê diafirîne.
18/11/2025