HIŞÊ ÇÊKIRÎ Û PEYWENDIYA WÊ BI ZIMANÊ KURDÎ HATE NÎQAŞKIRIN
Li bajarê Dresden ê Almanyayê, li Zanîngeha Kurd a Navdewletî, konferansekî giştî hate lidarxistin. Di konferansê de Ferhad Baysal, gotarek bi navê “Zimanê Kurdî di serdema dijîtal de” pêşkeş kir.
Konferans bi dirûşma “Zanîn me dike yek” ji 17 ta 18ê cotmehê berdewam kir. Gelek akademisyen, sazî, partî û kesayet tev li vê konferansê bûn. Di vê çarçoveyê de, Ferhad Baysal behsa zanîn û hişê çêkirî kir û bandor û têkiliya wê bi Kurdan ve anî zimên.
Ferhad Baysal xwediyê saziya zanînê ya Mazdekê ye. Mazdek applicationên kurdî amade dike. Hûn dikarin hin applicationê ku saziya Mazdek amade kirine ji van linkên li jêr daxin.
https://play.google.com/store/apps/details?id=kurdi.leyzok.pirs&hl=gsw
https://play.google.com/store/apps/details?id=bb.steregerekurd&hl=gsw
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.listika.xox&hl=gsw
Di pêşkeşkirina xwe de, Baysal behsa peywendiya Kurdan û hişê çêkiri kir, her wiha rewşa Zimanê Kurdî di serdema dijital de. Di konferansê de mijarên hişên çêkirî yên wek Gemini û Chatgbt û peywendiya wan a bi kurdî re hate gotêbêjkirin û pêşinyazên pêşxistina wan hatin dayîn.
22/11/2025