ÎHD: DIVÊ 412 GIRTIYÊN NEXWEŞ ZÛ BÊN BERDAN
Hevseroka Şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zîlan Gumuşê di daxwiyaniyekê de bi bîr xist ku 412 girtiyên nexweşên giran li girtîgehan hene û got ku di pêvajoya aştiyê de gerek e gava ewil bê kirin; girtiyên nexweş bên berdan.
Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, têkildarî rewşa girtiyên nexweş axivî û diyar kir ku girtiyên nexweş di mercên li dijî rûmeta mirovan de tên girtin û bal kişand ser zehmetiyên ku ew pê re rûbirû dimînin.
Zîlan destnîşan kir ku “Gelek girtiyên nexweş neştergêrî dibin û piştî nîvsaet, destên wan tên kelepçekirin û bi nivînan ve tên girêdan. Ew neçar dibin ku bi kelepçeyan werin rendewîkirin. Ev kirinên neguncaw in û li welatên ku yasa lê serwer e, nayên dîtin û kirin."
Li gorî daneyên şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê bi dest xistiye, 236 ji van girtiyên nexweş li girtîgehên Herêma Egeyê ne. Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya serbestberdana van girtiyên nexweş raporên ku ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatine dayîn ku tê gotin "ew dikarin di girtîgehê de bimînin".
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tevahî hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji van 161 girtî jin in û hezar û 251 mêr in.
Ji van girtiyên nexweş, 335 wekî nexweşên giran tên hesibandin û 230 jî nikarin bi tena serê xwe bijîn. 105 girtiyên nexweş hewceyê piştgiriya domdar in û 188 jî ji ber nexweşiyên xwe hewceyê dermankirina birêkûpêk in.
22/11/2025