ABDULLAH OCALAN PEYAMEK ŞAND

Kanal8 25/11/2025

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo 25ê Mijdarê peyamek şand û got. “Ji bo jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê jin pêşengiyê bike.”

Abdullah Ocalan bi boneya 25'ê Mijdarê “Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê” nameyek şand. Name wiha bû:

"Civak ne avaniyeke yekçînî ye, civak qadeke têkoşînê ye û li ser bingeha zayendê tê avakirin. Qadeke dîrokî ye û ji gelek çînan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinê re dest pê kir û êriş bire ser civakbûna li dora jinê ava bûye. Tundiya di nava malbatê de, kuştina jinan, fişara baviksalariya heyî, hemû jî nîşane ne û dewama vê êrişa dîrokî ne.

Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakbûna li dora jinê, piştre li Mezopotamyayê veguherî encûmena xwedayan, rahibên Sumeran û ji wir jî veguherî fir’ewin û qralan, bi vî rengî fişara baviksalariya li ser civakê domdarî kir.

Di vê serdemê de jin heybera xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Laşê wê tê firotin, kesayeta wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xencerê ku mejiyê baviksalariyê li pişta wê xistiye, koletiyê dijî.

Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê bi hezaran sal ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê re, ziman, hilberîn, laşê jinê, pişt re jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nayên avêtin.

Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan, divê bê fêmkirin û çareserkirin. Dema ku mirov kuştina jinan, tundiya di nava malbatê de, tundiya li ser jinê, mêtingeriya ji ber cihêkariyê bînin ber çavên xwe, hingî asta koletiyê ji texmînan bêtir mezin û bilind e.

Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin. Ew xirxalên ku jin ji bo xeml û rewiştê bi xwe ve dikin, ew xizêmên ku bi pozê xwe ve dikin, hemû jî nîşaneyên koletiyê ne ku ji dîrokê û vir ve hatine. Li nava modernîteya kapîtalîst koletiya jinê hîn kûr bûye, sîstemê jin veguherandiye amûreke bazar û xemilandinê. Ji bo rizgariya ji vê koletiya birêkûpêk, ji bo azadiyê; pêwistî bi kûrbûneke mezin û rêxistinî heye.

Heta ku azadiya jinê nebe bingeh, pêngava azadiyê ya civakî nikare bibe şoreşeke rastîn. Têkiliyên di navbera jin û mêran de gelekî metirsîdar dibînim. Me azadiya jinê ji xwe re kir bingeh û bi vî rengî têkilî nirxand. Beşa herî mezin a karên me, karên jinê ye. Giring e ku têkilî û nakokiya navbera jin û mêr bê fêmkirin. Me serweriya mêr a ku azadiya jinê asteng dike û jinê bi her awayî dike kole analîz kir, nirxand.

Me sosyolojiya azadiyê afirand. Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xencera serweriya mêr a ku li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin; divê jin pêşengiyê bike."

Abdullah Ocalan

Kanal8

25/11/2025