DEVLET BAHÇELÎ: TIRKIYEYA BÊ TEROR LI ÎMRALIYÊ YE
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bahçelî, serdana Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demkrasiyê ya bi Abdullah Ocalan re weke pêşketineke dîrokî nirxand.
Bahçelî diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Ku Tirkiye di qalikê xwe bimîne û li geşedanên gerdûnî û herêmî tenê temaşe bike, nikare nexşeya sedsala nû xêz bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Bahçelî bal kişand ser hevdîtina duh komisyonê bi Abdullah Ocalan re kirî û got: “Nûnerê herî fermî yê pêvajoya Tirkiyeya bêteror li Îmraliyê ye.”
Bahçelî serdana komisyonê weke pêşketineke dîrokî nirxand û spasiya endamên şandeyê kir.
Bahçelî mijara biratiya Kurd û Tirkan jî anî ziman û got: “Têkoşîna me ji miletê me ye û têkoşîna me ji bo yekitiyeke mezin e, ji bo hevhemêzkirineke mezin a welat e. Roj roja yekitî û piştevaniyê ye. Dibe ku kesên cuda dihizirin hebin. Lê heger mijar berjewendiyên welatê me bin, ji bilî hevgirtinê ti vebijêrkên me nînin. Heke mijar Tirkiye be, divê em cudahiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Em ê destûrê nedin kesî ku hilweşîne. Em ê guh nedin keysbazan. Em ê rê nedin gurkeran û em ê bibin yek û hev hemêz bikin. Kurd û Tirk em ê bibin yekdeng û yekhenas e.”
25/11/2025