BESÊ HOZAT: ME DEV JI ŞER BERDAYE Û BERÊ XWE DAYE SIYASETÊ
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat, di bernameyeke Televîzyonî de Pêvajoya Aştiyê û geşedanên dawî nirxand. Hozat diyar kir ku têkoşîna 52 salan a PKKyê ji bo gelê Kurd, jinan û hemû mirovahiyê; hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û nirxên demokratîk daye qezenckirin.
Hozat diyar kir ku PKK ketiye qonaxeke nû ya guherîn û veguherînê û xwe li ser paradigmaya neteweya demokratîk ji nû ve ava kiriye û stratejiya têkoşîna çekdarî berdaye û berê xwe daye siyaseta demokratîk.
Hozat derbarê helwesta Tirkiyeyê bo pêvajoyê jî axivî û got: “Heger Tirkiye pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser neke, wê bi metirsiyên mezin re rûbirû bimîne.” Hozat rexne li CHPyê kir ku ti nûner tev li şandeya Îmraliyê nekiriye û bal kişand ku Abdullah Ocalan weke aliyê sereke yê Kurdan bê qebûlkirin.
Hozat diyar kir ku heger qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk derkevin, wê kadroyên PKKyê karibin li Tirkiyeyê tev li siyaseta demokratîk bibin û beşdarî xebatên avakirina civaka demokratîk bibin.
29/11/2025